Siyasetmedar û rewşenbîrên Çewligî ji bo piştgiriya Çepên Kesk banga piştgiriyê kirin

Siyasetmedar, ronakbîr, hunermend û alimên olê yên ji Çewligê yên li Ewropayê dijîn ji bo xwedîlêderketina Partiya Çepên Kesk bang kirin.

Siyasetmedar, ronakbîr, hunermend û alimên olê yên ji Çewligê yên li Ewropayê dijîn ji bo xwedîlêderketina Partiya Çepên Kesk banga piştgirî û hevgirtinê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo ku nirxên çandî û civakî yên Çewligê ji nû ve werin avakirin, Zazakî û Kurmancî bibin zimanê perwerdehiyê, çandinî û xwedîkirina heywanan were geşkirin, ji bo parastina daristan û xwezaya me, ji bo qedexeyên li pêşiya fikra azad were rakirin, zemîneke aştî û demokrasiyê were avakirin, em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk û piştgiriyê bidin namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ku Partiya Çepên Kesk diyar kiribû wê piştgiriyê bidin wî.

Çewlig bajarê Şêx Şerîf, Şêx Abdullah û hêzên eşîran e ku artêşên dagirker ên Rûsyayê li Solaxanê têk birine. Çewlig bajarê Babas û Kamil Bey, Haci Sadik Beg, Feqî Hesen Fehmî ye ku bi pêşengiya Şêx Seîd daxwazên gelên Kurd parastin. Çewlig bajarê mîrên Cebaxçûrê û şêxên Çanê ne.  Çewlig warê Yadîn paşa û Tellî Xanimê ye.

Ji bo xwedîlêderketina kodên çandî, ziman, dîrok û ola xwe û ji bo pêşiya polîtîkayên ol û mezhebê were girtin, ji bo parastina xwezaya me û ji bo xwedîlêderketina çavkaniyên me yên xwezayî divê em piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. Yek ji peywira me ya exlaqî û civakî ye ku, em welatekî aram û bi aştî ji zarokên xwe re bihêlin. Em derdora xwe qanih bikin, biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û peywira xwe bi cih bînin.”